MAF – DAD  KOMELEYA HIQÛQ Û DEMOKRASÎ YA NAVNETEWEYÎ

 

Em weke hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan ên Elmanya û Tirkiyeyê, di encama nîqaşên ku meşandin de, me biryarek stand ku em damezrîneke di warê hiqûq de pêk bînin.

Sedema bingehîn ku em anîn cem hev, pêşketina demokrasiyê, hêmanên mafê mirovan û hiqûqê gerdûnî ku derbasî jiyanê bikin û armanca ku em bibin parêzvanê mafên bingehîn û azadiya hemwelatiyên xwe. Ev yek di heman demê de derûna nasnameya me ya hiqûqnasî û parêzvaniya
mafê mirovan e. Di cîhana ma ya ku bûye gundekî global de, heger em li Elmanya jî bijîn, ev nayê hizirîn ku em ê li hember binpêkirina mafê mirovan û bêhiqûqiya ku li her derên cîhanê pêk tê bê
deng bimînin. Ev yek di heman demê de, ji nasnameya me ya rewşenbîrî û pêşverûtî û ji baweriya
me ya bi nirxên hiqûqê gerdûnî tê.

MAF – DAD,

di zimanê gelê kurd ê ku ji maf û azadiyên wê yên bingehîn hatî bêparkirin, binpêkirinên ku li rastî
wan hatî di raporên sazî û dadgehên navneteweyî de cîh girtî de, tê wateya ”Maf û Dadmendiyê.” Ji
ber rêzgirtina ji gelê kurd ê ku maf û dadê dixwaze re, em xwe bi van herdû têgînên esîl ên di
zimanê wî de îfade dikin.

Bi baweriya me ya ku lêgerîn û daxwaza maf û dadê yê tevkariyekê li afirandina pêvajoyeke aştî-
xwaz jî bike, me saziya xwe bi awayek sembolîk yekê Îlonê di Roja Aştiya Cîhanê de pêk anî.
Em dizanin ku li derî me jî gelek rêxistinên hiqûq û mafê mirovan hene û gelek xebatên hêja dikin.
Em dixwazin ku weke parçeyekî vê kevneşopiyê em jî tevkatriyekê li van xebatan bikin û aliyên kêm
ku mayîn temam bikin.

Em weke MAF-DAD,

dixwazin ku Tirkiye ya ku pêvajoya endamtiya wê ya YE berdewam dike, pêvajoya ku reformeke
hiqûq a li gor krîterên Kopenhagenê pêk bîne, asta êxistina meriyetê ya zagonên ku di vê pêva-
joyê de pêk anîn, jidilbûn û bibiryarbûna wê ya di bikaranîna van zagonan de, bi hiqûqnas û
rêxistinên civakên sivîl ên li Tirkiyeyê re, bişopînin.

Ji bo em bikin ku siyasetvan û rêveberên Ewropî yên ku biryardarê vê pêvajoyê, li gor normên
hiqûqê gerdûnî û peymanên navneteweyî nêzîkî mijarê bibin, em destûrê nedin ku normên hiqûq û mafê mirovan di siya têkiliyên siyasî û bazirganî yên navdewletî de bimînin, dixwazin li gel van derdoran hewl bidin.

Em dixwazin bûyerên ku di warê hiqûq û mafê mirovan de pêktên bi muxatabên pêvajoyê yên
bingehîn gelên Ewropa û rêxistinên civakên sivîl bidin zanîn û di vî warî de wan hişyar bikin.
Her  em dihizirin ku pêvajo li qasî tirk û kurdan ewropiyan jî têkildar dike.

Em weke MAF-DAD,
dixwazin bibin şopînerê binpêkirina mafên gelê kurd û nasnameyên din ên mîna sûcên giran ku
dikevin çarçoveya sûcên şer û hemû sepandinên din û em dixwazin ji derfetên mekanîzmeyên hiqûqê navneteweyî sûd bigirin, van bikişînin platformên têkildar.

Têkoşîna hiqûq, digel xebatên teorîk, li hember neheqiyên berbiçav hewldana pratîk a hiqûqî jî
dixwaze. Herwiha em dixwazin hinek dozên mînak bişopînin û bi rêya van dozan asta lihevkirina zagonên tên peytandin û sepandina wan bipîvin. Bandora têkoşîna hiqûq a di nava demê de,
pêkanîna pêşêxistina di warê zagon û sepandinê de, pêşêxistina nêzîkayiyên çareserkirina
pirsgirêkên siyasî û civakî yên kronîkbûyî, yê tevkariyekê li pêvajoyeke bê şer a di warê pirsgirêka
kurd de bike. Di vî warî de jî armanca me ew e ku em di ser têkoşîna hiqûq re, tevkariyekê li çanda lihevkirin û aştiyê jî bikin.

Piştî 11ê Îlonê, em naxwazin destûrê bidin hemû dewletên ku van êrîşan sedem nîşan didin,
qezencên me yên demokratik ji holê rakin. Em li qasî ku dixwazin li dorhêleke ewlekar bijîn, ewqasî divin ku li dorhêleke demokratîk jî bijîn. Em naxwazin dev  ji van her du mafan berdin. Herwiha em girîngiyê didin têkoşîna li hember zagonên antî-terorê û xebatên li Ewropa û Tirkiyeyê yên di vî
derbarî de.

Em weke MAF-DAD,
dizanin ku weke gelek dewletên cîhanê li Tirkiyeyê jî, bi şer û pevçûnên ku pêktên sîstem dixwazin sepandinên xwe yên antî-demokratîk rewa bikin. Vê jî bi afirandina qadên ku ji hiqûq paqij dikin an
jî bi bawerdarkirina civakê ku maf û azadiya hinek takekes an jî komikan tine, pêk tînin. Êdî di nava demê de welat tev ê ji hiqûq were paqijkirin û hemû hemwelatî bi binpêkirina mafê wan re rûbirû bimînin. Di dema nêzîk de hemû zagonên cudaker û taybet ku ji bo Abdullah Ocalan derandin û
anîna van a rewşeke ku hemû hemwelatiyan bigire nava xwe, girîngiya vê nêzîkaya me derdixe holê.

Ji ber vê yekê, em şopandina giravên bêhiqûqiyê Guatanamo û Îmralî û rewşa hemû takekesên
polîtîk ku di kesatiya wan de sepandinên taybet û cudaker ferz dikin, rakirina tecrîd û mercên
girtiyan ên giran, parastina mafên wan ên hiqûqî ku ji hiqûqê gerdûnî tên girîng dibînin.

Em weke MAF-DAD,
Ji ezmûnên xwe dizanin ku sepandinên derî hiqûq û xespkirina mafan ên li Tirkiyeyê, li Elmanya jî berdewam dikin, ji ber vê yekê dixwazin bibêjin em di nava nêzîkayiyên wisa de ne ku rewşa kurdên
li Elmanya dijîn bişopînin, em ê zagonên ku azadiya rêxistinbûnî, xwe îfadekirin, çapemenî û weşan
û pêkanîna siyasetê ji holê radikin, di qada hiqûq de bigirin dest û di vî warî de bixebitin.

Em ê weke MAF-DAD,
ji bo van armancên xwe bînin cîh em ê konferans, panel û semîneran pêk bînin, heyetên lêkolîn û lêgerînê damezrînin û çalakiyên amadekirina raporan pêk bînin.

Em li bendê ne ku hûn jî tevkariyê li van hewldanên me yên ku ji hişyariya me ya mafê mirovan
bikin û di komeleya me de cîh bigirin.

Ji bo cîha neke baştir, dadmendtir û azad…

Leave a Reply